Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 09:13 25 Îlon 2025
  • |
img

STENBOL- Di neh mehên ewil ên sala 2025'an de ku ji aliyê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ve wekî "sala malbatê" hatibû ragihandin, zêdetirî 200 jin hatine qetilkirin. Nûnera KCDP'ê Şîrîn Yalincakoglûyê ji bo berovajîkirina vê rewşê û pêvajoyê bang li hemû jinan kir.

 
Di sala 2025'an de ku ji aliyê Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve wekî "Sala Malbatê" hatibû ragihandin, zêdetirî 200 jin hatine kuştin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di şeş mehên pêşîn ên salê de herî kêm 136 jin hatine qetilkirin û 145 ji wan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji desy dane. Li gorî heman daneyan, ji sedî 96'ê jinên ku hatine qetilkirin ji aliyê endamekî mêr ê malbatê ve hatine qeytilkirin. Her wiha îsal, li gorî daneyên çapemeniyê, di Tîrmehê de 31 û di Tebaxê de 29 jin hatine qetilkirin û di Tîrmehê de 30 û di Tebaxê de jî 28 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Rêxistinên jinan; pênaseya jinan ji aliyê desthilatê ve ku di ser nasnameya "dayik" û "jin" de dike, hewldanên wê yên qedexekirina kurtajê, teşwîqkirina xwedîkirina gelek zarokan, hewldanên wê yên astengkirina mafên nefeqeyê, pêkanînên wê yên ku jinberdanê dijwartir dikin, êrışên wê yên li ser mafên mîrasê, hewldanên wê yên li dijî xurtkirina mafên jinan û Plana Çalakiyê ya Parastin û Xurtkirina Malbatê wekî sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan dinirxînin. 
 
Nûnera Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Şîrîn Yalincakoglûyê diyar kir ku desthilat, di bin navê polîtîkayên malbatê de, dixwaze jinan di malê de hepsî bike. Şîrîn Yalincakoglûyê wiha got: "Divê jin nekarin bi azadî li ser jiyana xwe biryarê bidin nexebitin, ji kuçeyan, qadan û kargehan vekişin. Ev tişta ku wan di hişê xwe de, li gorî zihniyeta xwe afirandiye. Tekane tiştê ku ev zihniyet li ser jinan ferz dike ev e ku divê ew li malê bimînin û tevlî jiyana li derve nebin. Lê dîsa jî, mal bûne cihên ku jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Jin di wan malan de ji hêla mêr, bav, bira û kurên xwe ve hatin kuştin. Jin di malên xwe de, cihên ku divê ew xwe ewletir lê hîs bikin, ji hêla mêran ve hatin qetilkirin."
 
ÊRIŞA LI DESTKEFTIYAN  
 
Şîrîn Yalincakoglûyê diyar kir ku desthilat, dema ku polîtîkayên malbatê ferz dike, di heman demê de destkeftiyên jinan desteser dike û got: "Wan bidawîkirina ducaniya nexwestî, ango kurtajê, pir dijwar kir. Wan got, 'Jinên ku bi êrişa cinsî re rû bi rû dimînin, bila li şûna kurtajê zarokan bînin dinyayê; dewlet dê li wan mêze bike.' Em dibînin ku ew zarok ku qaşo ji hêla dewletê ve tê xwedîkirin, li wargehan bi êrişa cinsî û îstîsmarê re rû bi rû dimînin û dimirin. Ev wekî gotina 'Em te wekî xizmetkareke hepsî malê, zarooan tîne dinyayê tayin dikin.' Wan êrişî Qanûna Medenî û mafên nefeqeyê kir. Wan destjihevberdanê ber bi lihevkirinê ve bir û destjihevberdan ji bo jinê hat dijwarkirin. Û heke jin bi tundiyê re rû bi rû bimînin, ew di wê çerxa tundiyê de tên hiştin. Wekî din, li şûna ku welayeta zarok bidin dê, di bin navê 'sendroma biyanîbûnê ya dêûbav' ew zarok, ger tundî dîtibin jî, bi bav re hevdîtina wan tê kirin. Bi rastî jî ev tiştekî pir xetere ye û ji bo jin û zarokên wan zortir e." 
 
'EM Ê DEST JI MAFÊN XWE BERNEDIN'  
 
Şîrîn Yalincakoglûyê bilêv kir ku ew ê dest ji tu destkeftiyên xwe bernedin û got ku ew ê li dijî sûcdaran û polîtîkayên dijminatiya jinan dikin bitêkoşin û ji bo kesên destkeftî û mafên jinan xesp dikin hesab bidin têkoşînên cubicur ava bikin.
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Şîrîn Yalincakoglûyê destnîşan kir ku jin di sala 2025'an de ku wekî "Sala Malbatê" hatiye ragihandin, ji ber polîtîkayên hikûmetê bi awayekî sîstematîk bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Şîrîn Yalincakoglûyê bang li hemû jinan ku li dijî van pêkanînan beşdarî têkoşîna ku vê rewşê û pêvajoyê berevajî bike bibin. 
 
MA / Yeşîm Tukel    
 
 

Sernavên din

11:14 TJA têkildarî ‘Meşa azadiyê’ daxuyaniyê dide
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
14:47 Ji hunermend Julîde Kural vîdeoya ‘Ji bo aştiyê gotina min heye’
14:21 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin: Em ji Ocalan bawer in
13:33 Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye
11:59 Qeyûmê Wanê di 7 mehan de 100 neguhêzbar da ber firotinê