AMED - Akademîsyen Vahap Coşkun, diyar kir ku guhdarîkirina komîsyonê ya li Abdullah Ocalan tawîz nîne, mecbûriyet e.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê didome. Komîsyon, xebata xwe ya guhdarîkirina gelek derdoran didomîne û gelek derdor dibêjin ku ji bo pêvajo bigihije hedefa xwe divê li Abdullah Ocalan were guhdarîkirin. Doç. Dr. Vahap Coşkun ku li komîsyonê lê hate guhdarîkirin, têkildarî xebatên komîsyonê û gavên divê di pêvajoyê de bên avêtin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘ÊDÎ DEMA ÇARÇOVEYEKE HIQÛQÎ HATIYE’
Vahap Coşkun, diyar kir ku ew asta pêvajo gihiştiyê erênî dibîne û got: “Di vê salê de biryarên girîng hatin dayin û pêvajo êdî rûnişt. Di vê pêvajoyê de PKK’ê biryara berdana çekan da û çekên xwe şewitand. Li hêla din komîsyona li meclisê dixebite. Bi guhdarîkirina derdorên cuda re komîsyon pêvajoyê civakî dike. Dema em li pêvajoya salekê dinêrin, dibînin ku hewceye êdî çarçoveyeke hiqûqî were avakirin. Lewma jî di serdema pêş de wezîfeya herî girîng a meclisê, avakirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê û bi qasî ji dest tê pêvajoyê di demekî kin de biencam bike.”
‘DIVÊ DEWLET ZEMÎNA HIQÛQÎ AVA BIKE’
Bi domdarî Coşkun bal kişand ser merasîma şewitandina çekan û got: “Divê mirov li vir behsa du wezîfeyan bike; bi temamî çekberdana PKK’ê û li hemberî vê jî dewlet zemîna hiqûqî ava bike. Li rexekî pêvajoya çekberdanê ya PKK’ê û li rexa din jî xebatên ji bo hiqûqîkirina pêvajoyê didomin. Yek ji aliyê herî neyînî yê vê pêvajoyê ew bû ku meclis girtî bû. Meclisê ev dem ji bo civakîkirina pêvajoyê û avakirina bingeha wê bi kar anî. Êdî dora wê hat ku em li ser çarçoveya hiqûqî ya şênber biaxivin.”
‘KOMÎSYONÊ NÎŞAN DA KU PIŞTGIRIYA SIYASÎ XURT E’
Coşkun, anî ziman ku yek ji peywira herî girîng a komîsyonê ew bû ku nîşan bide civak xwedî li pêvajoyê derdikeve û got: “Ev jî pêk anî. Vê komîsyonê nîşan da ku piştgiriya siyasî ya ji bo pêvajoyê pir xurt e. Ya duyemîn, nîşan da ku ev pêvajo projeyeke dewletê ye. Anku burokratên dewletê hatin komîsyonê û pirsên partiyên siyasî bersivandin. Ya sêyemîn jî komîsyonê her wiha pêvajo civakî kir. Li gelek derdorên di vê pêvajoyê de mexdûr bûne guhdar kir. ji vî alî ve jî bi rola hafizeyê rabû. Hemû aliyan gavên demokratîk ên divê bên avêtin anîn ziman û veguherî zemîneke demokratîk. Lê bêguman tişta ji komîsyonê tê xwestin ew e ku çarçoveyeke hiqûqî ava bike. Ji hêla yasayî ve jî cihê ku divê tiştên pêwîst bike parlamento ye. Ya ji komîsyonê dihat xwestin ew bû ku bingeha vê ya hiqûqî ava bike.”
‘DIVÊ DEWLET NÊRÎNA XWE YA LI DIJÎ QADA SÛRIYEYÊ BIGUHERÎNE’
Coşkun, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd got: “Mirov dikare behsa du çareseriyan bike ku yek ji wan hiqûqî ya din jî siyasî ye. Ji hêla siyasî ve pirsgirêka herî girîng, qada Sûriyeyê ye. Divê dewlet nêrîna xwe ya li dijî Sûriyeyê jinûve binirxîne. Divê HSD’ê ne weke dijmin lê weke şirîkekî pê re hevkariyê bike bibîne. Ji ber ku Kurdên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Hemû rayedarên HSD’ê her carê dibêjin ku dixwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xurt bikin. Lewma divê siyaseta li dijî Sûriyeyê biguhere. Ji hêla hiqûqî ve jî ji bo PKK bi temamî çekan erde divê çarçoveyeke hiqûqî hebe. Divê ev çarçove jî ne tenê ji bo çekberdana endamên PKK’ê be. Her wiha divê entegrebûna wan a civakê, vegera malê jî bigire navxwe. Divê meclis û komîsyon li gorî van her du perspektîfan nêz bibe û lez bide xebata xwe. Peywira sereke ya meclis û îktîdarê ew e ku çarçoveyeke yasayî amade bikin.”
DAXWAZÊN GELÊ KURD
Coşkun, bilêv kir ku daxwazên Kurdan di 3 noqtayan de kom bûne û wiha rêz kir: “Ya yekemîn perwerdeya bi zimanê dayikê, bikaranîna ziman a di qada cemaweriyê de; ya duyemîn destûreke bingehîn a li ser bingeha hemwelatiya wekhev û pêşxistina wê; ya sêyemîn jî ew e ku dixwazin di rêveberiyên herêmî de bêhtir xwedî gotin bin. Ji bo van daxwazan jî pêdivî bi guherandina destûra bingehîn heye. Lê komîsyon ji bo guherandina destûra bingehîn nehatiye avakirin û dê neguherîne jî. Ya ji komîsyonê tê xwestin avakirina zemîna hiqûqî ye ku pêvajoya çekberdana PKK’ê bi ser keve. Daxwazên Kurdan dikare di polîtîkayên berfirehtir ên siyasetê de bên nîqaşkirin. Lê komîsyon dikare çarçoveyeke yasayî amade bike ku tevahiya endamên PKK’ê çekê berdin û li rexa din jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demkratîkbûna welat bernameyeke demokratîkbînê amade bike. Li gorî min kirina van her du tiştan rastir e. Bi vê yekê re dê baweriya gel jî zêdetir bibe.”
‘DIVÊ KOMÎSYON LI OCALAN GUHDARÎ BIKE’
Coşkun, da zanîn ku ew ji roja ewil heta niha dibêje divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike û wiha domand: “Ocalan di hevdîtinan de pir li ser komîsyonê disekine û xisûsên girîng ên ji komîsyonê re bibêje hene. Lewma girîng e ku van xisûsan rû bi rû ji komîsyonê re bibêje. Em behsa meseleya Kurd û bêçekkirina PKK’ê dikin ku pirsgirêkeke pir mezin e. Yek ji aktorên sereke yê çareseriya vê meseleyê Ocalan e. Lewma divê meclisê rû bi rû li fikrên wî guhdarî bike. Ev hevdîtin, li gorî ruhê pêvajoyê ye. Hin derdorê vê weke tawîz dibînin lê ev ne tawîz e. Ev yek, mecbûriyeteke ku pêvajo ferz dike. Lewma divê xwe ji avêtina van gavan nedin paş. Li gorî min îxtîmal heye ku hinek endamên komîsyonê bi Ocalan re hevdîtinê bikin.”
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ TAVILÊ BÊ CÎBICÎKIRIN’
Coşkun, destnîşan kir ku komîsyon dikare di mijara “Mafê hêviyê” de pêşniyarên xwe pêşkeşî Meclisê bike û got: “Ne tenê di mijara ‘mafê hêviyê’ de lê gelek gavên din ên girîng ên hiqûqî hene. Cîbicîkirina biryarên DMME û AYM’ê dê bi xwe re rewşekî pir erênî bîne. Li hêla din meseleya qeyûm heye. Komîsyon dikare pêşniar bike ku siyaseta qeyûm were bidawîkirin û hevşaredar vegerin ser peywira xwe. Divê mafê hêviyê jî ne tenê ji hêla Abdullah Ocalan ve were nirxandin. DMME û PMM ji xwe dibêjin vî mafî bicih bînin. Divê kesên li Tirkiyeyê 25 salan di girtîgehê de mane bikarin ‘mafê hêviyê’ bi kar bînin. Divê di demekî herî kin de bê sererastkirin. Cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dê ji bo pêvajoyê jî pir girîng be.”
GEL ÇAWA NÊZÎ PÊVAJOYÊ DIBE?
Coşkun, got ku bi qasî dişopîne piraniya civakê piştgiriyê dide pêvajoyê û wiha pê de çû: “Ji sedî 70’ê civakê piştgiriyê dide, ji sedî 20 dijber e û ji sedî 10 jî bêbiryar e. Lê di vir de ya girîng ne desteknedayîna civakê ye, bêbaweriya civakê ye. Li gorî min bi vebûna meclisê, bi sererastkirinên yasayî re dê bawerî jî xurtir bibe. Divê îktîdar jî gavên baweriyê didin civakê biavêje. Ji bo avêtina van gavan hewcehî bi guhertineke yasayî nîne. Weke mînak, cîbicîkirina biryarên DMME, AYM’ê, rakirina sepana qeyûm û hwd. Ger ev gav bên avêtin dê baweriya bi pêvajoyê re jî zêde bibe.”
BERPIRSYARTIYA CIVAKÊ
Vahap Coşkun, bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd ji destpêka komarê heta niha didome û axaftina xwe wiha qedand: “Li hêla din şerekî 41 sal in didome heye. Niha ji bo çareseriya vê pirsgirêkê firsendeke mezin heye. Lewma divê her aktor bi roleke çêker rabe. Divê îktîdar gavên demokratîk biavêje, muxalefet piştgiriyê bide, civaka sivîl pêvajoyê civakî bike, ji gel re vebêje ku ev berpirsyartiyên girîng in. Divê çareserî ne tenê bi her du aliyan re lê biqasî ji dest tê bi derdoreke fireh a civakî re were çareserkirin. Divê ev derdorên cuda jî tev li pêvajoyê bibin. Jin, ciwan, karker, derdorên cuda divê tav li bibin. Divê zimanê rûxîner bê terikandin û zimanekî çêker were bikaranîn. Ev jî dê zemîna civakîbûna pêvajoyê ava bike.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel