Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna ewil a serdema nû ya meclisê de axivî û têkildarî pêvajoyê spasiya DEM Partiyê kir. Erdogan, got: “Em jî baş di ferqa wê de ne ku pêvajo gelek hesas e. Lê ji destpêkê heta niha erênî dibînin.” 

 
Piştî betlaneya demsala havînê, Meclisê dest bi sala nû ya qanûndanînê kir. CHP’ê, ji ber opesayonên li dijî şaredaran, girtinan û mudaxileyên li dijî kongreya partiyê nehat Meclisê û protesto kir. TÎP jî tev li rûniştinê nebû. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan beriya axaftina xwe silav da Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî. Erdogan, piştî axaftina xwe ji ewil çû cem koma DEM Partiyê û silav da. 
 
Erdogan, bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got ku ji par heta niha têkildarî hedefa xwe ya “Tirkiyeya bêteror” de gavên dîrokî avêtine û pêşketineke girîng bi dest xistine. 
 
SPASIYA DEM PARTIYÊ KIR
 
Bi domdarî Erdogan got: “Ji ber sekna wê ya çêker û hewldanên wê yên di rêya xelaskirina Tirkiyeyê ji terorê, spasiya şande û rêveberiya DEM Partiyê dikim. Ez Wekîlê Stenbolê birêz Sirri Sureyya Onder ku heta nefesa xwe ya dawî ji bo hilweşandina dîwarê terorê û ji bo di her bihosta welat de aştî û xwişk-biratî serwer be têkoşiya jî bi rehmet bi bîr tînim.” 
 
Erdogan ku careke din peyva “terorê” bi kar anî, ji bo gavên aliyê Kurd ji bo pêvajoyê avêtî jî wiha got: “Di nava vê sala me li pey xwe hiştî de êrişên rêxistina terorê sekinî ne, rêxistinê ragihand ku xwe fesix kiriye û bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitand. Em jî baş di ferqa wê de ne ku pêvajo gelek hesas e. Lêbelê ji destpêkê heta niha em bi erênî nêz dibin û ji bo erênî bibînin jî di nava hewldanan de ne. Ez li vir careke din dibêjim; Dewleta Komara Tirkiyeyê li hemberî tu hêzên dinyewî serî natewîne, tawîzan nade û serweriya xwe nake mijara bazariyê. Heke welatiyên me yên ji ber gotinên partiyên muxalîf serê wan tevlihev dibe hebin, bila dilê wan rehet be. Bi taybet jî bila malbatên şehîdên me û gaziyên me bizanin ku em ê tu gaveke bîranîna wan a ezîz binpê dike neavêjin. Ne Tifaqa Cumhur ne jî MHP û Meclisa me ya pîroz rê nade vê.” 
 
BAL KIŞAND SER KOMÎSYONÊ
 
Bi domdarî Erdogan bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û got: “Bi nûnerên piraniya partiyên me yên siyasî re dest bi xebatan kir, heta niha 12 caran civiyaye. Dema komîsyonê xebatên xwe temamkir jî bêguman dê gelek daneyên girîng li ber destê me bin. Piştî nîqaş û lihevkirina li ser pêşniyarên ji komîsyonê re hatine kiri, dê pêvajoya din bibe ya xistina wan a meriyetê. Li vir ya girîng ew e ku partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê di meseleyeke wiha ya xwecihî, neteweyî û çareseriyê de bar bigirin ser milê xwe, di bin sîwana heman komîsyonê de bên gel hev, biaxivin, bi rêzdarî hev guhdarî bikin û li ser bişêwirin. Ev yek, ji hêla demokrasiya welatê me ve destkeftiyeke mustesna ye. Vê komîsyonê nîşanî me da ku bi çekan çareserî nabe. Her tişt dikare di çarçoveya rêzgiriyê de bê axaftin, nîqaşkirin. Komîsyon civiya û her tişt bi aşkerayî axivî û ev ne ji bo zirara Tirkiyeyê ye. Bêguman ev ji bo başiya Tirkiyeyê ye. Bi vê wesîleyê ez spasiya hemû endamên wê dikim û ji bo xebatên ji vir şûnde jê re serkeftinê dixwazim.” 
 
SÛRIYE Û PÊVAJO 
 
Di berdewamê de Erdogan bal kişand ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Dixwazim vê mijarê destnîşan bikim; gavên em têkildarî hewlehiya Tirkiyeyê de diavêjin, divê ji rewşa hizûr û xwişk-biratiyê ya li Tirkiyeyê bi temamî cuda were destgirtin. Tirkiye çiqas welatê Kurdên li Tirkiyeyê dijîn be, bi heman awayî birayê herî jidil û pêbawer ê Kurdên li derveyî sînore jî. Ev dê her tim wisa be. Em ê destûrê nedin ku xwişk-birayên me yên Kurd ên derveyî sînorên me bi zexta hinek rêxistinan, ji hêla welatên dijminên Tirk, Kurd, EReb û bi giştî misilmanan ve bên îstîsmarkirin. Ji destpêkê heta niha em bi awayekî xurt dibêjin ku bi yekparetiya dewleta Sûriyeyê re ne. Em îro jî bi awayekî herî xurt li dijî planên dabeşkirina Sûriyeyê ne. Hem ji bo parastina yekparetiya xaka Sûriyeyê hem jî ji bo pêşîlêgirtina avadaniyên terorê yên derveyî sînorên me, me hemû qenalên dîplomasiyê xistine dewrê. Em bi sebrekî mezin vê qenalê didomînin. Heke hewldanên dîplomatîk bêencam bimînin, pozîsyon û polîtîkaya Tirkiyeyê jî diyar e. Dê Tirkiye nehêle li Sûriyeyê ‘dejavûyeke’ nû were jiyîn. Ev helwesta me ne li dijî xwişk-birayên me yên Kurd e, berevajî vê ji bo başiya wan e û ji bo xelaskirina herêma me ji belaya terorê ye.”
 

Sernavên din

17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'