Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
- jin
- 10:14 24/7/2024
Nazîre Kavakli ya li Odemîşê bi tena serê xwe dijya û ev du roj in tu agahî jê nedihat girtin, di mala xwe de wek mirî hate dîtin.
Nazîre Kavakli ya li Odemîşê bi tena serê xwe dijya û ev du roj in tu agahî jê nedihat girtin, di mala xwe de wek mirî hate dîtin.
Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de li navçeya Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist.
Jinên ji bo Demokrasiyê ku avakirina xwe ragihandin bi gotina “Em destûr nadin ku di bin navê qeyûm de îradeya me desteser bikin û destkeftiyên jinan ji holê rakin” banga têkoşînê li jinan kirin.
Li Rihayê di qenaleke avê de cenazeyê jina bi navê Rahîme Demîragi hate dîtin.
Parlamentera DEM Partiyê Ozgu Sakî destnîşan kir ku PDK û AKP ji bo “Şoreşa Rojava” bifetisîne û erdnîgariyê têxe bin kontrola xwe her tiştî dike û anî ziman ku divê jinên kurd û femînîst dê bi xetekî têkoşînê ya nû û hevkariyê li hember vê yekê bisekine.
Madeya bikaranîna paşnavê yekem ê jinan ku piştî zewacê betal dikir ji 9’emîn Pakêta Darazê hate derxistin.
Mehmet Demîrhan ê li Amedê di nava kolanê de Hîlal Kar qetil kir, meheke hêj nehatiye girtin. Xwişka Kar û parêzera wê xwest lêpirsîn were berfirehkirin.
Jinan li navçeya Peyasê atolyeya polîtîkayên şerê taybet li dar xistin.
Di Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan ya li Wanê de jinan bal kişandin ser pirsgirêkên bajêr û diyar kirin ku divê di meclisên şaredariyan de jin bibin xwedî temsîliyet û çareseriyê pêş bixînin. Jinan diyar kir ku wê li dijî her cureyê polîtîkayên şerê taybet û tundiyê têbikoşin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, di “Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan” de diyar kir ku demokrasiya herêmî bi tevlibûna jinan pêş dikeve û got: “Em li dijî navendîbûnê demokrasiya herêmî ava dikin.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê starta kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” da. Turkoglû, diyar kir ku armanca wan rêxistinbûna herî mezin a jinan e.
Li Semsûrê zilamê bi navê Kemal Bîçer hevjîna xwe Esma Bîçer qetil kir.
Kesê ku li sîteya Doga Evlerî gotibû ku “Me bav û kalê we kuştiye, hê gorên wan nediyar in” cara duyemîn jin hedef girtin.
Li 3 dayikên di operasyona Bilexşê de hatin girtin di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî hate ferzkirin. Pêdiviyên wan nehatin pêşwazîkirin û hejmartina l ser pêyan lê hate ferzkirin.
Endama gundê Jinwar Ruken Rojda diyar kir ku ew bi fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan projeya xwe ava kirine û niha li ser vê esasê xebatên xwe dikin.