Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
- rojane
- 10:35 27/4
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ku dixwaze li bajar mal bi mal “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” vebêje, armanc dike ku herî kêm bi milyonek û 145 hezar kesan re bên cem hev.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ku dixwaze li bajar mal bi mal “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” vebêje, armanc dike ku herî kêm bi milyonek û 145 hezar kesan re bên cem hev.
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji ber zexta lêgerîna nava dev ku 7 meh in didome, tedawiya girtiyan tê astengkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê jî bi hincetên cuda tehliyeyên girtiyan asteng dike.
Rojnameger Cafer Tar, diyar kir ku bi “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” re Tirkiye li derve hatiye hiştin û bi vê yekê re dê Qibris hêj girîngtir bibe. Cafer Tar, got: “Cihê Qibrisê cihekî girîng e lê pozîsyona Kurdan bi qasî wê girîng e.”
Gulîzar Yaşar ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de kekê xwe, keça xwe, kurê xwe û 19 xizmên xwe winda kir, diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih bîne.
Serdanên ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Süreyya Onder ê 11 roj in li nexweşxaneyê di beşa awarte de ye, didomin.
Li Kercewsê zarokekî 9 salî gava bi makîneya evrikê erd diajot, bi giranî birîndar bû.
Di çalakiyên ÎHD'ê yên li Enqere û Stenbolê de daxwaza berdana girtiyên nexweş Enver Yanik û Ferzende Elbî hatin kirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 1048'an a çalakiya xwe de aqûbeta Kadrî Keremoglû pirsîn û xwestin astengiyên li Qada Galatasarayê ku cihê bîranînê ye bên rakirin.
Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin. Li gorî encamnameyê dê Şandeyek Kurdî were avakirin û dest bi dan û standinê û diyalogê bike.
Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de îşaret bi Komkujiya Ermenan hat kirin.
Beşdarên Konferansa Yekrêzî û Yekheswesta Kurdî gotin ku Rojava, di Berxwedana Kobanê de û bi konferannsa niha yekîtiya kurdan pêk aniye.
Li bendera bajarê Bender Ebbas ya Îranê teqîneke mezin çêbû. Di teqînê de herî kêm 47 kes birîndar bûn.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be ku avabûna xwe îlan kir. Platformê destnîşan kir ku têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye.
Peyama Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin, “Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin.”