Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
- rojane
- 12:50 27/4
HPG’ê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî dewleta tirk êrişên bi çekên kîmyewî didomîne û 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî dewleta tirk êrişên bi çekên kîmyewî didomîne û 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û got: “Di meseleyeke ewqas dîrokî de em qebûl nakin ku aktoreke dîrokî li Girîgeha Îmraliyê tecrîdkirî be. Divê birêz Ocalan azad bibe.”
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê roleke mezin ê Sirri Sureyya Onder heye û got: “Ev xak, xaka mirovên xwedî wijdan e. Mîna Babaîyan û Celaliyan, îro jî ji wê xakê Sirri Sureyya Onder derketiye.”
Nûnerên partiyên siyasî yên beşdarî Konferansa Yekitiya Kurd bûn, diyar kirin ku konferans li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û hêvî kirin ku bibe wesîleya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd.
Jinên tev li deklarasyona "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" de cih girtin, diyar kirin ku sedema zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ye.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ku dixwaze li bajar mal bi mal “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” vebêje, armanc dike ku herî kêm bi milyonek û 145 hezar kesan re bên cem hev.
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji ber zexta lêgerîna nava dev ku 7 meh in didome, tedawiya girtiyan tê astengkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê jî bi hincetên cuda tehliyeyên girtiyan asteng dike.
Rojnameger Cafer Tar, diyar kir ku bi “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” re Tirkiye li derve hatiye hiştin û bi vê yekê re dê Qibris hêj girîngtir bibe. Cafer Tar, got: “Cihê Qibrisê cihekî girîng e lê pozîsyona Kurdan bi qasî wê girîng e.”
Gulîzar Yaşar ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de kekê xwe, keça xwe, kurê xwe û 19 xizmên xwe winda kir, diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih bîne.
Serdanên ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Süreyya Onder ê 11 roj in li nexweşxaneyê di beşa awarte de ye, didomin.
Li Kercewsê zarokekî 9 salî gava bi makîneya evrikê erd diajot, bi giranî birîndar bû.
Di çalakiyên ÎHD'ê yên li Enqere û Stenbolê de daxwaza berdana girtiyên nexweş Enver Yanik û Ferzende Elbî hatin kirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 1048'an a çalakiya xwe de aqûbeta Kadrî Keremoglû pirsîn û xwestin astengiyên li Qada Galatasarayê ku cihê bîranînê ye bên rakirin.
Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin. Li gorî encamnameyê dê Şandeyek Kurdî were avakirin û dest bi dan û standinê û diyalogê bike.