Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê
- polîtîka
- 16:30 06/11/2017
Li şûna Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek ê îstîfa kir, Mustafa Tuna hat hilbijartin. Tuna yê di heman kêliya hat hilbijartin de got “Ez ê li tu kesî zilm nekim.”
Li şûna Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek ê îstîfa kir, Mustafa Tuna hat hilbijartin. Tuna yê di heman kêliya hat hilbijartin de got “Ez ê li tu kesî zilm nekim.”
Hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bang li rêxistinên demokratîk kirin û xwestin demildest heyetek biçe Îmraliyê hevdîtin bikin. Parlamenteran bang li rêxistinên navneteweyî jî kir û xwest li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Wekîlan ji kesên aştî û çareseriyê dixwazin jî xwest bêdeng nemînin.
Serokwezîr Binalî Yildirim, sibê diçe DYA'yê. Di rojeva ziyareta Yildirim de darizandina Reza Zarrab ku yekem car dê di 27'e Mijdarê de derkeve pêşerî dadgehê heye. Yildirim armanc dike ku mudaxaleyî darizandina Reza Zarrab bike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Piştî rêxistinên navçeyên Ataşehir, Beyoglu, Esenyurt dawî li çalakiyê anîn, rêxistinên navçeyên Kagithane, Başakşehîr û Kartalê grev dewir girtin. Parêzerên Ocalan tev li çalakiyan bûn û diyar kirin ku felsefeya Ocalan tê tecrîd kirin.
HDP'ê ya Edeneyê kongreya xwe pêk anî. Polîsan destûr neda ku posterên Fîgen Yuksekdag di kongreyê de vekin. Parlamentera HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Bervîn Buldan di Kongreya HDP'ê de got: “Darbeya herî mezin li dijî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk hat. Ocalan her dem rêya demokrasiyê nîşan da. Lê Erdogan guh da Bahçelî ku got 'Em serî li ser mil, kevir li ser kevir nahêlin' û rêya hevditinan qut kir."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di 2'emîn Kongreya HDP'ê ya Amedê de diyar kir ku her çend rastî zahmetiyên mezin bên jî keştiya wan dê bigêje peravê û wiha got: "Berxwedan ji bo me jiyan e."
Endamê MYK’a DBP’ê Mehmet Şirin Tunç, di kongreya partiya DBP'ê ya Diyadinê de axivî û wiha got: “Ger me yekitiya neteweyî hebûya, ev bûyer nedijîn. Ji ber encamên siyaseta gemarî, îro gelê me yê Başûr bi gefên mezin re rû bi rû ne.”
HDP’ê daxuyand ku ji bo namzeta Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê, Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî dane nîşandan.
Wekilên HDP’ê beriya salvegera operasyona siyasî ya 4'ê mijdarê meşiyan meclîsê. Wekîlan wêneyên parlamenterên HDP'ê yên girtî rakirin û gotin “Meclîs riziya. Êdî xwe înkar dike" û bêdengiya Serokê Meclîsê rexne kirin.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got: “Ev sepandin li dijî mirovahiyê ye.”
Dîlek Ocalan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku wan bi dehan caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye û hemû serlêdanên wan hatine redkirin û wiha got: "Dewlet dibêje ku 'Ocalan ne kesekî ji rêzê ye' û bi vê hişmendiyê tecrîdê kûr dike. Li Îmraliyê tecrîdek bê dawî tê meşandin."
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nadîr Yildirim di kongreya partiya xwe ya Colemêrgê de axivî û got: “Ocalan xeta me ya sor e. Şikandina tecrîdê têr nake. Heta Ocalan bê azadkirin dê têkoşîna me dewam bike.”
Berdevkê Partiya HDP’ê Ayhan Bîlgen, li Qersê bi gel re civiya û banga xwedî derketin kongreyê li gel kir.
Siyasetmedarê kurd Seydî Firat der barê herêmê û siyaseta kurd de xwedî tecrûbeyên girîng e. Firat bal kişand ser teslîmkirina Kerkûkê û ev tişt got: "Serkeftineke ku xeyal nedikirin dan dijberên kurdan."
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, piştî 8 mehan di civîna koma partiya xwe de axivî. Bîlgen, tecrîda li ser Ocalan tê meşandin wekî sûcê mirovahiyê bi nav kir û geşedanên li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê û helwesta Tirkiyeyê rexne kir. Bîlgen, anî ziman ku Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin nayê qebûl kirin.