‘Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Ocalan têk çûn'
- polîtîka
- 11:29 30/10/2017
Alîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, diyar kir ku tecrîda mutlak a li ser Ocalan tê meşandin girêdayî geşedanên herêmî û navneteweyî ne û wiha got: “Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Birêz Ocalan û bîrdoziya wî têk çûn. Li Reqqa bîrdoziya Ocalan bi ser ket. Hêzên serdest bi hêrsa vê windahiyê êrîş dikin."